Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Kuştina Temo, Kurd Çi Dibêjin?


Jimareka hikûmetên cîhanê, di nav de hikûmeta Amerîkî, kuştina siyasetvanê Kurd Mişel Temo li Sûrîyê şermezar dikin.

Herwiha kuştina birêz Temo bi tundî ji layê Kurdan ve hate şermezar kirin.

Alî Siyasî, serokê berê yê rêkxistiya Çavdêrî ya Kurdosayd (CHAK) li Kurdistana Îraqê dibêje, şehîdkirina Mişel Temo hêzê dide bizava rizgarîxwaza gelê Kurd.

Nivîserê Kurdê Sûrîyê Royarê Tirbespîyê dibêje, piştî kuştina Temo rejîma Sûrî “agir li serê xwe geş kir”.

Herwiha çalakvanê Kurdê Îranê Çiya Mellak dibêje, kuştina Mişel Temo “destpêka qonaxeka nû ye li Kurdistana Sûrîyê.”

Xalîd Alî, girtiyê siyasî yê berê li Sûrîyê dibêje “yekîtiya Kurdan li ser xwînê Mişel Temo çê dibe.”

Hevkar Ahmed Barzanî hevpeyvîn bi van birêzan re kiriye û raportek li ser kuştina birêz Temo amade kiriye, bi lînka ‘Guhdarî kirin’ li aliyê rastê vê rûpelê guhdarîya wê raportê bikin.

XS
SM
MD
LG