Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Giringtirîn Qûnaxên Referenaduma Herêma Kurdistanê


Hikûmeta herêma Kurdistanê serê sibeya roja Çarşemê daxûyaniyek weşand û di daxûyaniyê de tê zelal kirin ku, biryar hatiye girtin encamên referandumê bên cemidandin û diyalog bihê destpêkirin.

25î Îlonê li herêma Kurdistana Îraqê referendum pêkhat, nêzkî 93% beşdarên dengdanê bo cûdabûna herêma Kurdistanê ji Îraqê dengê Erê bikar anîn.

Referandum, li bajarên weke Silêmanî, Hewlêr, Duhok û herwiha li herêmên nakokbar di nav de bajarê Kerkuk pêkhat.

Hişyarî û Biryarên Hikûmeta Bexda Ser Referandumê

26.09 Serokwezîrê îraqê Haider Abadî radigihîne ku, hikûmeta Îraqê sê roj dem daye herêmê hemû firokxanan radestî hikûmeta navendî bike û Masûd Barzanî daxwaz dike ku, deriyê diyalogê neyê girtin.

27.09 Haider Abadî daxwaza betalkirina encamên referandumê kir. Herwiha Parlamenê Îraqê deng liser girtina deriyên sînorî da û bang li hikûmetê dike hemû desthilatan bikar bîne bo parastina yekparçeyî ya axa Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê wê biryara parlamenê weke sizadana giştî bi nav kir.

29.9 Geştên esmanî yên navnetewî û derve li firokxanên herêmê hatin rawestandin, bi tenê geştên mirovatî, leşkerî û dîplomasî dê berdewam bibin.

Abadî bersiva hikûmeta herêmê dide û dibêje, ew ne sizadana giştîye ew bicî kirina yasayê ye li gûr destûra Îraqê. Herwiha Amerîka radigihîmne ku, ew referanduma herêma Kurdistanê "nas nakin" û daxwaza aramîyê ji herdu alîyan kir.

30.09, Îranê anîn û birina hemû berhemên petrol û gazan liser herêma Kurdistanê rawestandin.

01.10 Herêma Kurdistanê navê, Encûmena Bala ya Helbijartin û Referandumê gûhart û kire, "Encûmena Siyasî ya Kurdistanê", bi serokatiya Masûd Barzanî desteya derencamên referandumê damezrand da ku pirsa referandumê bi şopînin û têkiliyan danin, bi taybet ligel Bexda û welatên dewrûber danûstendinan bikin.

Tevgerên leşkerî

10.10 Îraqê biryar da, hêla bûrîya petrolê ya di navbera Kerkuk û Ceyhanê de, bihê nûjen kirin.

11.10 Dadgeha Îraqê biryara girtina serokê desteya bilind ya referandumê û cîgirê wî hat dayin liser daxwaza hikûmeta Bexda.

13.10 Hêzên Îraqê li kerkuk û li hin cihan tevgerên leşkerî pêkanîn û hin herêm vegerandin yên ku, sala 2013ê hêzên Pêşmergê Herêma Kurdistanê ew herêm xist bûn jêr kontrola xwe.

14.10 Hêzên Îraqê hişyariyê didin hêzên Pêşmerge ji parêzgeha Kerkuk derkevin û vegerin sînorên berî hatina DAIŞê li sala 2014an, Amerîka daxwazê ji herdu aliyan dike aramiyê biparêzin û sebra xwe ragirin.

15.10 Îraqê mûhletek nû da Kurdan dema di civîna Dokan de bûn û beşdarên civîna ragihand ku, ew ti mercên pêşwext bo diyalogê qebûl nakin.

16.10 Hêzên Îraqê piraniya bîrên petrol û herêmên stratejîk yên bajarê kerkuk xistin jêr kontrola xwe.

17.10 Hêzên Îraqê piraniya bajarê Kerkukê û 7 bîrên petrol kontrol kirin û pêşmerge ji Kerkukê vekişya û duberî kete nava hêzên kurdan.

18.10 Hêzên Îraqê ragihand ku, wan ewlekarîya bajarê Kerkuk parastîye, tenê çend pevçûnên sinordar di navbera herdu aliyan de qewimîn e û 30 kes ji herdu aliyan hatine kuştin.

Hewlêr li Rêyekê Digere ji Kirîzê Rizgar Bibe

19.10 herêma Kurdistanê amadekariya xwe ya destpêkirina diyalogê radigihîne û daxwaza alîkariyê ji civaka navnetewî dike.

22.10 Tevgera Goran ku, bihêztirîn grûba opozisyonê ye li herêmê Kurdistanê, daxwaza Îstîfa kirina Masûd Barzanî serokê herêma Kurdistana Îraqê dike.

23.10, desthilata Hewlêrê birya girtina 11 berpirsên Îraqî dide, weke reaksiyon Îraqê, wê jî, daxwaznamên girtina 23 kesayetî û berpirsên Kurd ragihand.

25.10 Hikûmeta herêma Kurdistanê biryara cemidandina encamên referandumê stend û di daxûyaniyekê de di malpera fermî ya Hikûmeta Herêmê de weşand.

XS
SM
MD
LG