Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abadî: Emê bi Herêma Kurdistanê re Danûsitandinan Nekin


Serokwezîrê Îraqê Heyder El Abadî dîyar kir kir ku ewê bi Rêvebirîya Herêmî ya Kurdistanê re ti danûsitandinan nekin.

"Jiber ku referandum dijî qanûna bingehîn e, emê encamên wê nîqaş nekin û nekevin dîyalogê" Abadî got.

Xêncî Îraqê, Îran û Tirkîye jî dijî referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê bûn.

Piştî referandumê, hin yekîneyên Artêşa Îraqê bi Tirkîyê re tetbîqet kiribû.

Serokê Rêvebirîya Herêmî ya Kurdistanê Mesud Barzanî gotibû ku ger ji referandumê biryara serxwebûnê derkeve, ewê bi hikûmeta Îraqê re danûsitandinên serxwebûnê bikin.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê dîyar kir ku rêjeya beşdarbûna referandumê 72.16 ji sedê ye. Li ber e ku encamên fermî heta 72 demjimêr werin ragihandin.

XS
SM
MD
LG