Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî, li Bexda ya paytaxt bi preskonferansekê derbarê operasyona Tirkîyê ya bi ser Qendîlê de axifî.
Abadî dîyar kir ku ew operasyonê ji nêz ve dişopînin.
‘’Çîyayê Qendîlê ji salên 1960 û 1970’an vir ve cîhekî bi kêşe ye. Çinku ew herêma cîhekî tevlîhev e. Hikûmetên berê jî nikaribûn kontrola wir bi dest xistana’’ Abadî got.
Abadî da zanîn ku wan û Tirkîyê dijî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ti danûstandin nekirine û hevkarî jî nekirine.
Abadî bi bîr xist ku Tirkîyê berî jî operasyona dijî Qendîlê anîye rojeve û got ku karbidestên Tirkîyê vê operasyonê wek propagandaya hilbijartinê bikar tînin.