Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abadî: Emê Nehêlin ku Serhildayên Kurd ji Îraqê Êrîş Bibin Ser Tirkîyê


Şervanên PKK'ê li Sengalê
Şervanên PKK'ê li Sengalê

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî got ku hêzên çekdar yên Îraqî dê nehêlin ku serhildayên Kurd ji nav Îraqê êrîş bibin ser Tirkîyê.

“Ferman ji hêzên ewlekarî yên Îraqi re hate dayîn ku li herêmên ser tixub destûr nedin hebûna şervanên bîyanî,” Abadî got.

Daxuyanîya Abadî rojeke piştî gefên Enqerê ya operasyoneke hindurê axa Îraqê ya dijî PKKê tê.

Bi alîyekî din ve, serokerkanê Îraqê General Osman el-Ganmî jî îro çû Şengalê û rewşa li erdê kontrol kir.

Wî got ku artêşa Îraqî bi tevahî herêma Şengalê û herêma hevsînorê Tirkîyê kontrol dike.

XS
SM
MD
LG