Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abadî: Em Şerekî Çekdarî bi Kurdan re Naxwazin


Emmanuel Macron û Abadî
Emmanuel Macron û Abadî

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî îro Pêncşemê bang li pêşmergeyan kir ku di şerê dijî DAIŞ’ê de, bi berdewamî ligel hêzên ewlekarî yên Îraqê bixebitin.

Abadî, ku referanduma Kurdan careke din red kir, got ku hikûmeta wî şerekî çekdarî bi Kurdan re naxwaze, lê divê serwerîya hikûmeta federalî bi cîh were.

Serokê Fransî Emmanuel Macron jî got ku hikûmeta wî amade ye navbeynkarî di navbera Bexda û Hewlêrê de bike.

Kurdên Îraqî bi awayekî xurt piştgirî dabûn referanduma serxwebûnê û dîyar kiribûn ku ew dixwazin bi Bexda re dest bi danûstandinan bikin. Abadî û parlemana Îraqê bi tundî ew referandum red kiribû û wek gaveke neqanûnî bi nav kiribû.

Hêjayî balkişandinê ye ku peywendîya Kurdan û hikûmeta Îraqê, jiber dahatîyên petrolê û kontrola herêmên kêşebar, î ji mêjve di nav rewşeke aloz de ye.

XS
SM
MD
LG