Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mahmud Abas Careke Din Dibêje ku Ew Plana Trump ya Ser Aştîya Rojhilata Navîn Napejirînin


Serokê Rêvebirîya Xweser ya Fîlîstînê Mahmud Abas dîyar kir ku ew plana Serokê Amerîka Donald Trump ya ser aştîya Rojhilata Navîn qebûl nakin.

Abas li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ew dewleta Fîlîstînê ya axa wê hatiye parçekirin naxwazin.

Wî got ku Fîlîstîni berevanîya ‘’aştîya adil’’ dikin û bang li civaka navneteweyî kir ku civîneke aştîyê çêkin.

Rêberê Fîlîstînî, dewleta Fîlîstînê ya li ser nexşeya ku Trump pêşnîyaz dike raber kir û got ‘’ mîna penêrê Swîsreyê’’ ye.

Abas bi berdewamî bal kişand ku rewşa Rojhilata Navîn ‘’li ber peqînê ye’’ û dîyar kir ku ew Amerîka wek navbeynkar nabînin.

Nûnerê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Danny Danon jî Abas rexne kir û dîyar ki ku ew ‘’bi awayekî cidî’’ li danûstandinan nanêre.

Trump meha borî Plana Aştîyê ya Rojhilata Navîn eşkere kiribû.

Li gor planê, temamê Orşelîmê dê bê ku parçe be, bibe paytexta Îsrailê.

Bi pêşnîyaza Trump, axa Fîlîstînê dê du qat zêde bibe, Orşelîma Rojhilat dê bibe paytexta dewleta Fîlîstînê û Amerîka dê li wir balyozxaneyekê ava bike.

XS
SM
MD
LG