Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Êrîşên Parîsê Abdeslam Wê Çend Hefteyên Din li Belçîka Bimîne


Bergumanê serekî yê êrîşên terorîstî yên 2015'an li Fransa, Salah Abdeslam wê çend hefteyên din li Belçîka girtî bimîne, berî ku ew ji Fransayê re bê radest kirin.

Ev agahî îro Pêncşemê, piştî rûniştina dadgehê ya ser daxwaza domandina girtîbûna Abdeslam's li Belçîka, ji alîyê awuqatê wî ve hat dayîn.

Parêzgerê Abdeslam got, heta ku lêpirsîna wî ya di bûyereke din de bi dawî were, ew nikare ji Fransa re bê teslîm kirin.

Abdeslam piştî çar mehan, di 18'ê Adarê de li Belçîka hatibû desteser kirin.

XS
SM
MD
LG