Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî got ku li Minbicê agirbest hatiye ragihandin.
Abdî dîyar kir ku jibo agirbesta HSD’ê û çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê, Amerîka navbeynkarî kiriye.
‘’Me bi navbeynkarîya Amerîka li Minbicê peymana agirbestê çêkir. Jibo parastina sîvîlan me agirbest ragihand.’’
Wî dîyar kir ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku girêdayî HSD’ê ye, wê di demeke nêz de ji Minbicê vekişin.
Li gor ragihandina Abdî li Minbicê di pevçûnan de 218 şervan hatine kuştin.
Piranîya Minbicê Ereb e, û li wir Kurd, Tirkmen û Çerkez jî dijîn.
HSD’ê, Minbic sala 2016’an ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) sitandibû. Minbic ya li rojavayê Çemê Firatê bi ser bajarê Helebê ve ye.
Jêder: AFP, X