Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlîm Ebdî hevdîtinek li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munichê lidar xist.
Ebdî li ser platforma X’ê anî ziman ku hevdîtina wî” li gel serokê Herêma Kurdistanê cihê kêfxweşîyeke mezin bû”
“Kak Nêçîrvan her bi berdewamî piştgirîya gelê me yê Rojava kiriye. Rola cenabê wî di pêşxistina diyalogê, kêmkirina gengeşeyan û pêkanîna aramîyê de, cihê spasî û rêzdariyê ye,” Wî got.
Fermandarê HSD’ê her wiha got ku,”Ev pêvajo ji bo gelê Kurd destpêka qonaxeke nû ya yekîtî û çareserîya siyasî ye.”
Di çarçoveya Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê de, çavdêran bi baldarî rola herdû şandên Herêma Kurdistana Îraqê û ya rêveberîya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrîyê şopand.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Şemîyê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û her wiha ligel heftayê xwe yê Sûrî Ese'ed Şîbanî û Fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdî civîyabû.
Serokatîya Herêma Kurdistanê gotibû ku di civînê de rewşa Sûrîyê û mafên Kurdan hatin gotûbêjkirin û tê de "herdu alîyan tekezî li ser parastina mafên Kurdan û pêkhateyên li Sûrîyeke yekbûyî kir."