Şanda Rêveberîya Xweser a ji bo Konferansa Ewlehîyê ya Munichê roja Yekşemê li kêleka konferansê bi wezîrê derve yê Almanya re civîya.
Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di daxuyanîyekê de piştrast kir ku fermandarê giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî, bi wezîrê derve yê Almanya Johann Wadephul re civîya. Wê got, "wan li ser pêşketinên li Sûrîyê, rêbazên piştgirîya aramîyê û zêdekirina hewldanên hevbeş di şerê dijî terorê de gotûbêj kirin."
Ebdî, ku li ser vexwendina fermî ya Almanyayê beşdarî konferansê bû, spasîya Almaya kir ji bo "piştgirîya berdewam di şerê dijî Daişê de," û girîngîya piştgirîya berdewam a navnetewî ji bo misogerkirina pêkanîna peymana 29ê Çile.
Îlham Ehmed, seroka têkiliyên derve ya Rêveberîya Xweser jî di civînê de amade bû.
Wezareta derve ya Almanya di daxuyanîyekê de got, "Almanya piştgirîyê dide rêkeftina 29ê Çile ya di navbera hikûmeta demkî ya Sûrîyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de û tekezî li ser pêkanîna wê ji bo aştî û ewlehîya Sûrîyê dike."
Wê her wiha got ku ev mijara sereke ya hevdîtina wezîrê derve bi Ebdî re bû.
Di 29ê Çile de, di navbera serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed Şeri’ û fermandarê giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî de peymanek li ser tevlêkirina sazîyên rêveberîya xweser bo sazîyên dewleta Sûrîyê hate îmzekirin.