Lînkên eksesibilîtî

Shinzo Abe, ku di 22’ê Cotmehê de di hilbijartinên giştî yên Japonya de bi ser ketibû, bo serokwezîrîyê jinûve hat hilbijartin.

Serokê Partîya Demokratîk ya Lîberal Abe, ku ji Berfanbara 2012’an vir e li Japonya serokwezîr e, ji parlamena jêrîn ya bi 465 kursî 312 deng sitand.

Abe, bo rêvebirîya nû wezîrên xwe yên berê erkdar kir.

Shinzo Abe yê 63 salî, di meha Îlonê de Civata Nûneran fesh kiribû û piştre li Japonya hilbijartinên giştî li dar ketibû. Pisporên siyaseta Japonya dîyar dikirin ku Abe bo piştgirîya gel ya kêm bûye jinûve pir bike, xwest hilbijartinê li dar xîne.

Bi vê serkeftinê, li ber e ku Abe di Îlona 2018’an de jinûve bibe serokê Partîya Demokratîk ya Lîberal.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG