Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Shinzo Abe: Dibe ku Olîmpîyatên Tokyo di 2021'an de jî Çênebe


Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe
Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe

Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe dîyar kir ku ger şewba vîrusa korona neyê kontrol kirin, dibe ku Olîmpîyatên Tokyo di sala 2021’an de jî çênebe.

Olîmpîyata ku li ber bû ku vê havînê li dar keta, jiber vîrusa korona ji sala pêş re hatibû taloq kirin.

Abe dîyar kir ku jiber ku vîrusa korona kêşeyeke cîhanî ye û dibe ku olîmpîyat sala pêş jî çênebe.

‘’Lîstikên olîmpîyatê divê nîşan bide ku cîhan dijî vîrusa korona bi ser ketiye. Bi awayê din ewê mazubanîya bo olîmpîyatan dijwar be’’ Abe got.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye canê pirtir ji 3,100,000 kes û 217,212 jiber wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG