Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enflasyon li Tirkiyê Giha Asta Herî Bilind


Şirovekar Nurettîn Sonmez

Li Tirkîyê di nav 15 salên dawî de enflasyona herî zêde meha Yek ya Îsal 2019 de, pêk hatîye.

Sazîya Serjimêrîya Tirkîyê (TÛÎK) Îndeksa bihaya kirînê (TÛFE) enflasyona vê salê ya meha Rêbendanê dîyar kir. Li gorî Îndeksa bihaya kirînê di nav 15 salên dawî de enflasyona herî zêde di sala 2019’an meha yekê de pêkhatîye.

Li gorî mehek berê ji %1.06, li gorî salek berê ya meha Rêbendanê jî %20.35 zêde bûye. Bendewarîya enflasyonê ya mehane di %1.12 û ya salane jî s%20.47 layenî de bû.

Bihabûyîna herî zêde ya mehane di berhemê vexwarinê de di nisbeta %6.43 de çêbû. Ev rêje li gorî salê jî #30.97’e.

Di îndeksa Rêbendan 2019’an de 418 qelem mal cî digre. Di nav vana de 21 qelemîde zêdebûnî çênebûye. Di 267 qelemî de bihabûyîn,130 qelemî de jî daketin çêbûye.

Bihabûyîn di jiyana hemwelatîyên Tirkîyê de rojane xwe gelek zixm nîşan dide. Aborînas Nûrettîn Sonmez, sedema vê bihabûyînê dema dîyar dike balê dikşîne ser sîyasete navxweyî û dibêje rêveberîya Tirkîyê êdî nikare ku aborîyê kontrol bike.

Aborînas Sonmez, dema behsa sedemê bilindbûnyîna enflasyonê dike wiha dibêje: “Rêveberîya Tirkîyê êdî nikara aborîya Tirkîyê birêve bibe. Sedemê wî jî ewe ku rêveberî li gorî daxwazên gel naçe. Ji ber vê jî, sisyaseta ku dimeşine ji xwestekên gel dur e. Di alîyê din de jî bêkarî zêde bûye, hilberîn daketîye, karsazî û razandina sermayê gelek kêm bûye, hawirde zêde ye lê hinarde kêm e, bi vê nevê vana jî enflasyona Tirkîyê bilind dikin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:05 0:00

XS
SM
MD
LG