Rêjeya bilindbûn û daketina aborîya Tirkîyê ya sala 2018 an hate dîyarkirin. Sala 2018 li gorî sala berê %1,6 mezin bûye.
Li gorî vê rêjeyê di beşa nîrxê zêdebûna çandinîyê de %1, di beşa pîşesazîyê de %0,3, di beşa avasazîyê de %5,3 daketîye, lê di beşa bazirganîyê, veguhastinê û her wekî din beşên xizmetkarîyan de nîrxên zêdebûnîyê %4,5 bilind bûye.
Wezîrê Aborîya Tirkîyê Berat Albayrak jî vê yekê dema dinîrxîne dibêje rewşa aborîya Tirkîyê dê ji vî şundetir ber bi başbûnîyê ve biçe.
Opozîsyona Tirkîyê wek desthilatê nafikire û didin zanîn ku hikûmet paşveçûyînê wek geşedanê nîşan dide.
Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu di têkçûna aborîya Tirkîyê de yekem birpirsîyar Wezîrê Aborîyê Berat Albayrak û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibîne.
Karamollaoglu vê yekê dema dinîrxîne dibêje aborîya Tirkîyê di alîyê erênî de mezin nebûye di alîyê neyînîyê de mezin bûye:
“Birêz Serokomar Erdogan her tiştî dixwaze mezin nîşan bide. Îcar jî dibêje ku em kêmek 2,5 mezin bûne. Ez fêm nakim mezinbûyênê çawa bi kêmek ve tarîf dike. Nikare bêje em kêmek 2,5 paşva çûne, li şûna wê dibêje kêmek 2,5 mezin bûne.”
Temel Karamollaoglu, dide zanîn ku di vê têkçûna aborîyê de xeyrî du kesî hiç kesek din berpirsîyar nîne. Ew kes jî Wezîrê Aborîyê Berat Albayrak û Serokomar Erdogan e. Û dibêje "Zirara ku Zava Albayrak daye aborîyê 100 mîlyar dolarî zêdetir e. Berpirsê xirabûna aborîyê birêz Albayar û birêz Erdogan e. Xeyrî vana kes dî nîn e".