Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborînas Denîz: Desthilatî li Tirkiyê Nikare Pêşîya Bilindbûna Buhayê Dolar Bigre


Husên Deniz Aborînas - Tirkiye
Husên Deniz Aborînas - Tirkiye

Di destpêka pandemîya vîrusa koronayê de, li Tirkiyê yek dolarê Amêrîkî ji 7 lîrayê Tirkiyê zêdetir bû. Piştî demeke kurt desthilatîya Tirkiyê bi hin tedbîrên ne asayî 1 dolar daxistin jêr 7 lîrayê Tirkiyê.

Lê di destpêka meha Gelawêjê de dolar careke din peqîya û ji 7 lîrayê derbas bû. Ev bilindbûna dolar aborînas tiştekî ne asayî dibînin û bi sîyaseta Tirkiyê re girê didin.

Li gorî hin pêzanînan bankên dewletê her roj bi mîlyonan dolaran dixin bazar da ku ku dolar li hemberê lîreyê Tirkî bilind nebe.

Aborînas Huseyîn Denîz seknandin û rabûna dolar jî wek arêşa sîstema Tirkiyê binav dike. Denîz vê yekê waha şirove dike “Bi zordarîya hikûmetê dolar di demeke dirêj di asteke de hate rawestandin. Lê di dawîya vê rawestandinê de jî bivê nevê qeyrana aborî destpêdike. Niha em dibînin ku ev qeyran jî derket holê û buhayê dolar 7 lîrayê Tirkî drbazbû. Li Tirkiyê desthilatî nirake pêşîya rabûna dolar bigre.”

Denîz bingeha aborîyê di nav sîstema dewletekê de bi hilberînê ve girê dide û di vî warî de jî nêrînên xwe wiha dîyar dike “Li Tirkiyê hilberîn di zor tiştan de gelek kêm e. Sîyaseta desthilatîyê bi berheman na li ser listikên pera dixwazin aborîyê rastbikin. Lê mixabin ev yek jî him aborîya Tirkiyê û him jî sîyasete Tirkiyê dike nav qeyranê. Niha herdû jî di qeyraneke de ne.”

Aborînas Deniz herwiha dide zanîn ku bilindbûn û daketina lîreyê Tirkî ne li gorî pîvanên aboriyek rêkûpêke.

Raporta Eyyup Demir - Enqere 13 08 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00


XS
SM
MD
LG