Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 6 Hefteyan ji Ducaniyê, Ji Berbirina Zarokan li Texas Êdî Qedexe Ye


A group gathers to protest abortion restrictions at the State Capitol in Austin, Texas, May 21, 2019.
A group gathers to protest abortion restrictions at the State Capitol in Austin, Texas, May 21, 2019.

Yaseya qedexekirina ji berbirina zarokan (ducaniyê) ya eyalata Texas îro Çarşemê karîger dibe. Li gor vê yasaya nû, piştî 6 hefteyan, ducanî bûn nayê betal kirin.

Yaseya qedexekirina betalkirina ducanîbûnê ya eyalata Texas îro Çarşemê karîger dibe. Li gor vê yaseya nû, piştî 6 hefteyan, ducanî bûn nayê betal kirin. Tevî ku grûpên mafê kurtajê ji Dadgeha Qanûna Bingehîn daxwaz kiribûn ku li peşiya wê yaseyê bigire, dadgeh gav ne avetîye.

Grûpên mafê kurtajê dibêjin, li Texas 85%-90% betalkirinên mafê ducanî piştî dûcanîbûna şeş hefteyan çê dibin. Ew tê wateyê ku, bi yaseya nû piranîya klînîkên kurtajê wê ji neçarî werin girtin.

Yasaya qedexekirina betalkirina ducanîbûnê ya bi vî awayî heta niha li ti eyalatên Amerîkayê nehatiye destûr dayîn. Grûpên mafê kurtajê dibêjin, Dadgeha Bilind ya Amerîkî di sala 1973an de, bi yasaya "Roe v. Wade" biryar da ku li seranserî Amerîka kurtaj anku mafe betalkirina ducanîbûnê bibe tiştekî qanûnî.

Grupên mafê kurtajê wekî Planned Parenthood, pizîşk, endamên dadê, û karbidestên saxlemîyê di meha Tîrmehê de, li dadgeha federalî ya Austin Texasê li dijî wê yaseyê derketin û gotin ku ew yasa mafê bingehîn ya kurtajê binpê dike.

XS
SM
MD
LG