Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundrêyên Nusra Bingeheke Esmanî ji Destê Artêşa Sûrî Distînin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne ku endamên Nusra ya baska El Qaydê li Sûrîyê, bingeheke esmanî ya girîng li Îdlibê ji destê hêzên hikûmetê stand.

SOHR dibêje, Nusra û hevalbendên wê niha bingeha esmanî ya Abu Duhur bi tevahî xistiye bin kontrola xwe.

Televîzyona dewleta Sûrî jî ragihand ku piştî dorpeçkirina du salan, hêzên hikûmetê xwe ji bingeha esmanî ya Abu Duhur paşve kişandine.

Hevalbendîya "Jaish al-Fatah" ku Nusra jî tê de cîh digire, bajarê Îdlib û çend deverên din, di destpêka vê salê de xistibin kontrola xwe.

Hêjayî balkişandinê ye, bingeha esmanî ya leşkerî yek ji çend xalên girîng bû ku di destê rejîmê de mabû.

Di şerê navxweyî yê Sûrîyê de, ku ev pênc sal in didome, nêzîkî 250,000 kes hatin kuştin û pirtir jî 4 mîlyon kesên din jî neçar man ku ji welêt birevin.

XS
SM
MD
LG