Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuat Onen: Fikrê Mutabaqata Edeneyê Putîn Da Erdogan


Van demên dawî de sîyaseta Tirkîyê ji alîyê Sûrîyê ve binavgîn be jî berbi gorankarîyeke ve diçe.

Nivîskar û sîyasetmedar Fuat Onen, dibêje Rusya bi Mutabaqata Edenê dixwaze ku navbera Tirkîyê û Sûrîyê de navberkarîyeke bike.

Çend roj berê piştî hevdîtina Serokomarên Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn, Wezîrê Karên Dervayî yê Tirkîyê Mevlût Çavûşoglu di daxûyanîyeke xwe de dîyar kir, bi navgîn be jî li gel Sûrîyê têkilîyê wan heye.

Ji sala 2011 heta vê demê ji alîyê hîç rayedarekî Tirkîyê ve behas van pêwendîyan nehat kirin.

Li gorî şîrovekaran tê gotin ku Rûsya dixwaze di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de navberkarîyeke bike û ewan li hev bîne.

Fuat Onen, dema balê dikşîne ser van hevdîtinan, dibêje li Surîyê Rusya li beranberî Amerîkayê dixwaze serkeftineke bidest bixe. Li ber vî jî bi Mutabaqata Edenê dixwaze ku pêşîya Tirkîyê veke.

Fuat Onen, gava rewşa Tirkîyê bi giştî dinîrxîne, Tirkîyê wek seyareke firên teqayî nîşan dide û dibêje hîç sîyaseteke wî ya dîyar nîne. Onen, vê nedîyarîyê jî dema şîrove dike dibêje, Tîrkîye hêlekê de Endamê NATO’yê ye, hêleke de bi Amerîkayê re dixwaze hevkarî bike û hêla din da jî bi Rusya û Îranê re birêve diçe.

“Sîyasete Tirkîyê li beranberî Kurdan dîyare û dixwaze ku Kurd nebin xwedî statûyekê. Lê li beranberî Rûsya, Amerîka û dewletên din sîyaseteke Tirkîyê tune ye. Ana Rusya vîya gelek baş dizane û dixwaze ku Tirkîyê ji xete Rojava û Amerîkayê durbixîne. Ji bo vî jî di hevdîtinê de Pûtîn Mutabaqata Edeneyê pêşnîyarî Erdogan kir.”

Mutabaqata Edeneyê Çi ye?

Ev peyman di 20 Cotmeh 1998’an de di navbera Tirkîyê û Sûrîyê de li bajarên Tirkîyê Endeneyê hate îmzakirin. Serokê PKK Abdullah Ocalan ew dem li Surîyê bû. Daxwazên Tirkîyê ew bû ku Ocalan ji Sûrîyê derxînîn û li Sûrîyê derfet nedin çalakîyên PKK’ê. Di vê demê de li Balyozxana Tirkîyê ya Şamê jî du kesên Rêxistina Salogerîya Mîllî (MÎT) yê Tirkîyê bi awayekî resmî hate erkdarkirin. Piştî vê peymanê Sûrîyeyê jî Ocalan ji Surîyê derxist û ser 600’î zêdetir endamê PKK radestî Tirkîyê kir.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:32 0:00

XS
SM
MD
LG