Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê Semsûrê Çuhadar Karvekişîna Xwe Ragihand


Walîyê Semsûrê Mahmut Çuhadar îro Înê karvekişîna xwe ragihand.

Çuhadar ji hesabê Twitterê ya Walîtîya Semsûrê dîyar kir ku ew jiber kêşeyên saxlemîyê ji kar vekişîye.


Rûniştvanên Semsûrê piştî erdhejên 6’ê Sibatê çûbûn pêş walîtîyê û bi sloganên wek ‘’Semsûr bêxwedî ye’’ Çuhadar protesto kiribûn.

Parlamenterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Abdurrahman Tutdere di Halk TV’yê de got ku Çuhadar biryara vekişînê bi derengî daye.

‘’Şênîyê Semsûrê bedeleke giran da. Derket meydanê ku walîtîyê bo erdhejê ti hazirî nekiriye, ’’ Tutdere got.

Wî dîyar kir ku li Semsûrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di dawîya roja 2’yan destpê kirine.

Jêder: Twitter, Halk TV

XS
SM
MD
LG