Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vê Carê jî Lehî li Ruha û Semsûrê Dixe


Jiber barana zêde li bajarê Semsûrê û Ruhayê lehî rabû û bû sedema mirin û hindabûna hemwelatîyan û zîyaneke mezin ya ser avahî û trombîlan.

Walîyê Ruhayê Salih Ayhan di weşanên zindî de ji televîzyonan re axifî û got ku li bajêr jimareke kes mirine yan hinda bûne.

Ayhan herwiha dîyar kir ku 2 xebatkarên agirvemirandinê jî hinda ne.

Li bajarê Ruhayê rêyên nav bajêr jî di bin lehîyê de mane û bi dehan wesayît jî ji avê re çûne. Li bajêr xebatên rizgarkirinê didomin.

Lehî li bajarê Semsûrê jî bû sedema mirinê. Bajarê ku berî mehekê di erhêjê de wêran bûbû, niha di bin bandora lehîyê de ye.

Gelek kesên ku xanîyên wan di erdhêjê de herifî bûn li konbajaran dimînin, lê av li ser konê wan jî qelibîye.

Li gorî daxuyanîyên fermî li Semsûrê konteynerek ber bi avên lehîyê çû û mirovek jî tê de bûye.

Par li herêma ku erdhêj çêbû baran kêm barîya û hişkesalî bû.

Li Ruhayê şûnwarên dîrokî û pîroz yên wek Gola Hezretî îbrahîm jî bi bin lehîya baranê de ma û li wir jî zîyaneke mezin çêbûye.

Rêvebirîya meterolojî ya Tirkîye hişyar kiribû ku herêma erdhêjê, Semsûr, Entab, Ruha, Amedê wê li ser rêjeya normal ya salê baran bibare.

XS
SM
MD
LG