Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Nerazîye Jiber Hebûna Sîstema "Aegis" ya Amerîkî li Japonya


Leşkerên Amerîkî tevî sîstema "Aegis" ya berevaniya mûşekan.
Leşkerên Amerîkî tevî sîstema "Aegis" ya berevaniya mûşekan.

Ajans û Medya Rûsî radigihîne ku, Sergei Ryabkov cîgirê wezîrê derve yê Rûsya gotiye, Rûsya gelek nerihete jiber gomana bicî kirina sîstema Amerîkî "Aegis" ya berevaniya mûşekan li ser erdê Japonya bi armanca xwe parastinê ji mûşekên balîstî yên Koreya bakur.

Ajans didin zanîn ku, Rybkov roja Çarşemê dîsan gotiye, nabe sizayên liser Koreya bakur jibo demekî ne diyarkirî bimînin, jiber ku, sepandina sizayan liser Koreya bakur bê diyalog û danûstendin dê bê encam bimînin.

Amerîka û Japonya dixwazin li hember gefên Koreya bakur sîstema bihêz ya Aegis ya berevanî kirina mûşekan liser erdê Japonya belav bikin, bi armanca xwe parastin ji mûşekên Koreya bakur.

XS
SM
MD
LG