Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê ragihand ku wê li herêma erdhejên 6’ê Sibatê 332 bajarên çadirî ava kirine û 360,167 kon vegirtine.
AFAD’ê dîyar kir ku li çadiran 1,440,668 kes dimînin.
Li gor ragihandina AFAD’ê, li herêma erdhejê bo avakirina 189 bajarên konteyner jî xebat didomin û li konteynerên heyî jî 34,120 kes dimînin.
Daxuyanîya AFAD’ê dide zanîn ku li herêma erdhejê 1,593,808 kes li sitareyên wan bi cîh bûne.
Li bajarên li derveyî herêma erdhejê jî bo 329,960 kes xizmeta sitareyê tê dayîn.
Rêberên rikeberîya Tirkîyê dibêjin ku li herêma erdhejê hîn jî kêşeya çadiran didome.
Karbidestên hikûmetê jî dîyar dikin erdhejên Mereş felaketa herî mezin ya sedsalê ne, lê hin cîhan kêşeyên biçûk çêbûne.
Jêder: AFAD, VOA