Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFAD: Li Tirkîyê Heta Niha 32,000 Kes jiber Erdhejê Canên Xwe ji Dest Dane


Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) îro Sêşemê ragihand ku jiber erdhejê li 11 bajaran 31,974 kes canên xwe ji dest dane.

AFAD agahîya ser birîndaran herî dawî roja Şemîyê ragihandibû ku ew hejmar 80,278 bû.

Ew sazî gava hejmara mirî û birîndarên erdhejê radigihîne dîyar nake ku li kîjan bajarî çend kes mirine û çend kes birîndar bûne.

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca jî do Duşemê dîyar kir ku 19,300 kes li nexweşxaneyan têne derman kirin.

Koca da zanîn ku nêzî 3,636 kes di çavdêrîya krîtîk de ne. Wî eşkere nekir ku li kîjan bajarî çend kes birîndar in.

XS
SM
MD
LG