Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Hejmara Mirîyên Erdhejan ji 36 Hezarî Borî


Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) îro Pêncşemê ragihand ku hejmara mirîyên erdhejên Mereşê rabûye 36,187’an.

AFAD’ê da zanîn ku li Mereş, Entab, Ruha, Amed, Edene, Semsur, Osmanîye, Hatay, Kilis, Meletî û Elezîzê mirinên ji erdhejê çêbûne.

Wê rêvebirîyê do Çarşemê ser hejmara mirîyan ti agahî nedabû.

Li gor ragihandina AFAD’ê ji herêmên erdhejê heta niha 216,347 kes hatine derxistin.

Wezareta Derve ya Tirkîyê jî îro Pêncşemê ragihand ku li herêmên erdhejê ji 74 dewletan 7,098 personelên biyan dixebitin.

Ew wezaret dide dide zanîn ku ji welatên din dê 439 kesên din bo xebatan werin Tirkîyê.

Jêder: AFAD

XS
SM
MD
LG