Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ya Tirkîyê îro Sêşemê ragihand ku di erdhejan de, ku navend li Mereş bûn, 42,310 kesan canên xwe ji dest dane.
AFAD’ê dîyar kir ku piştî erdhejê ji Mereş, Entab, Ruha, Amed, Edene, Semsur, Osmanîye, Hatay, Kilis, Meletî û Elezîzê 448,018 welatî hatine derxistin.
Li gor ragiandina AFAD’ê, li herêma erdhejê 301,289 çadir hatine vegirtin û 6,375 konteyner hatine danîn.
Ew rêvebirî dide zanîn ku li herêmê 14,740 xebatkarên bi kordînasyona dewletê dişixulin.
Muxalefeta Tirkîyê dîyar dike ku hikûmet bo herêmên erdhejê di xizmet û alîkarîyan de kêm maye û mexdurên erdhejê di rewişke dijwar de hiştine.
Karbidestên hikûmeta Tirkîyê dibêjin ku afeteke zêde mezin çêbûye û bi tenê li hin devaran kêmahîyên biçûk çêbûne.
Jêder: AFAD, VOA