Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFAD: Hejmara Mirîyên Erdhejê ji 45 Hezarî Borî


Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ya Tirkîyê ragihand ku hejmara mirîyên erdhejên 6’ê Sibatê û yên dûhatî rabûye 45,089’an.

Erdhejên 6’ê Sibatê navend li Mereşê çêbûbûn û piştre li Meletî û Semsûr û Hatayê jî erdhejên serbixwe hatibûn tomar kirin.

AFAD’ê ragihand ku ji herêmên erdhejê 1 mîlyon 971 hezar kes bi derfetên dewletê yan bi îmkanên xwe ji herêma erdhejê derketine û li bajarên din dimînin.

Li gor ragihandina AFAD’ê, li herêma erdhejê heta niha 358 hezar kon hatine vegirtin û li 11 bajaran li 332 navendan bajarên çadirî hatine ava kirin.

AFAD’ê dîyar kir ku li 10 bajaran li 162 navendan çêkirina bajarên konteynirî didome.

Hejmara kesên li çadir, konteynir, otel, wargeh û mêvanxaneyên dewletê bi cîh bûne jî 1 mîlyon 915 hezar e.

Jêder: AFAD

XS
SM
MD
LG