Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: DAIŞ Bakurê Afganistanê Wek Bingeha Terorîzma Navnetewî Kar Tîne


Rûsya îro Pêncşemê hişyarî da ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) bakurê Afganistanê wek bingeha behnvedanê ya terorîzma navnwetewî bi kar tîne û dixwaze li wê herêmê xîlafeteke xirabkar ragihîne.

“Baska navnetewî ya terorê DAIŞ’ê, hewlên terorîstên ku ji sînorên Îraq û Sûrîyê direvin berfireh dikin û li seranser cîhanê belav dikin,”balyozê Rûsî li Pakistanê Alexey Dedov got.

Wî îdia kir ku bi parastin û carna jî bi alîkarîya yekser ya karbidestên hindurîn û derveyî, bi hezaran mîlîtanên ji dewletên curbicur, di bni ala DAIŞ’ê de li bakurê Afganistanê bi cîh dibin.

XS
SM
MD
LG