Wezareta Navxweyî ya Afganistanê ragihand ku otomobîleke bombekirî li dervayê Wezareta Xizmetên Civakî hate peqandin û dû re gule li heman cîhê hatin barandin.
Berdevikê wezaretê Nusret Rahimî got ku piştî peqînê, jimareke çekdaran li avahîyeke nêzî dervayê Wezareta Xizmetên Civakî bi guleyan êrîş birin ser hêzên ewlekarî yên Afganî.
Rahimî li ser hebûna kesên kuştî û birîndar ti agahî nedan.