Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşeke Xwekujî de li Afganistanê de Kuştî û Birîndar Hene


Di encama êrîşeke xwekujî de, herî kêm 9 kes li paytaxta Afganistanê, Kabulê hatine kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta navxweyî ya Afganistanê ragihand ku êrîş di nav girseya alîgirên rêberê herêmê ya bi bandor, Atta Mihemed Nûr qewimî ku jibo temaşekirina axaftina wî civîbûn.

Demûdest zelal nebû ku Nûr di dema êrîşê de di civîna girseyî de bû yan ne.

Nûr walîyê herêma Balx ya bakurê Afganistanê ye û herwiha rêberê Partîya Cemîyetî Îslami ye ku bi piranî partîya Tacîkên etnîkî ye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG