Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûnên Hêzên Hikûmetê û Talîbanê Jinûve Gur Dibin


Li Gazne ya Afganistanê, çar roj in ku pevçûnên di navbera Talîban û hêzên hikûmetê de didomin.

Wezîrê Berevanî yê Afganistanê, Tariq Şah Bahramî dîyar kir ku di pevçûnan de heta niha bi kêmî ve 100 karbidestên ewlekarîyê hatine kuştin.

Bahramî da zanîn ku jî di navbera 20 û 30 sîvîl jî di pevçûnan de hatine kuştin.

Wî bal kişand ku dibe hejmara kuştîyan zêdetir bin, lê derbarê hejmara birîndaran ti agahî neda.

Bahramî bi berdewamî got ku 12 fermandarên Talîbanê di nav de, 194 mîlîtanên wê rêxistinê hatine kuştin û piranîya wan bîyanî ne û di nav wan de Çeçen, Ereb û Pakistanî jî hene.

Bahramî dîyar kir ku wan hin hêzên nû şandine Gazne û Amerîka jî bo piştgirîya yekîneyên Afganî şêwirmendên leşkerî şandin herêmê.

XS
SM
MD
LG