Karbidestên Afganî dibêjin ku di encama du êrîşên cuda yên ser xalên ewlekarî de, 15 polîs li rojhilat û başûrê Afganistanê hatine kuştin.
Berdevkê hikûmeta herêma Xeznî Arif Nûrî ragihand ku di êrîşa ser xala kontrolê de 9 polîs hatine kuştin, 4 polîsên din jî birîndar bûn.
Nûrî da zanîn ku di dawîya şer de, 7 êrîşvan hatine kuştin, 5 êrîşvan jî hatine birîndar kirin.
Talîbanê, derengîya şeva Yekşemê êrîş bir ser xaleke din ya herêma Zabul ya başûrê Afganistanê û do wê êrîşê de 6 polîs û 8 xirabkar hatine kuştin.
Rêvebirê xwecîhî Emîr Can Alxozai da zanîn ku di bûyerê de 8 polîs û 12 xirabkar jî birîndar bûn.
Rêxistina tundrê Talîbanê, bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku çekdarên wê her du êrîş pêk anîne.