Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qûrbaniyên Peqîna Kabul 80 Kuştî û Zêdetirî 300 Birîndar


Afghanistan, cihê peqîna îro pêkhatî
Afghanistan, cihê peqîna îro pêkhatî

Peqînek bihêz îro roja Çarşemê li herêma dîplomasiyan liKabul paytexta Afganistanê pêkhat, heta niha encamên hatîn ragihandin, 80 kuştî û zêdetirî 350 birîndar hene.

Peyvdarê wezareta saxlemiya Afganî Wehîdullah Mecrûh bo Dengê Amerîka axift û got dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Peqîn li herêma Wezîr Ekberxan li Kabul pêkhatiye, herêma peqîn lê pêkhatî piraniya balyozxanên welatên biyanî lê hene, yên weke Almanya Fransa û Tirkiyê, herweha hejmareka ofîsên hikûmetê li vê herêmê dimînin, tê gotin ku madê teqînan di tankekî avê de hatiye danîn û şûnda hatiye teqanid.

Lê çavkaniyekî wezareta navxwe gotiye, serêê sibê peqîn di encama otombîlek bombekirî de pêkhatiye.

Wezîrê derve yê Almaniya Sigmar Gabriel di twîteke xwe da gotiye, peqîn li nêzîk balyozxana Almaniya rûdaye, zêrevanekî Afgan yê li ber deriyê balyozxanê hatiye kuştin û hejmarek karmendên balyozxanê birîndar bûne.

Televizyona Afganî dîmenên peqînê nîşan dan û hejmareke ambolansan qesta cihê bûyerê dikir, herweha serokê Afganistanê Aşraf Xanî peqîn şermezar kir û got"ev karekî namirovane û tirsînok bû, li dij xelkê sivîl û bê tawan di meha Remezana piroz de pêkhatî".

Talîban red kir ku, milîtanên wan ew peqîn encam da be dibêje ku, êrîşên weha û yên sivîlan dikin armanc ne karê me ye.

Dîmenên Peqîna Kabul ya Roja Çarşemê
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:51 0:00

.

.

XS
SM
MD
LG