Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Afganî Bang li Talîbanê Dike ku Agirbestê Dirêjtir Bike


Hikûmeta Afganî îro Sêşemê bang li Talîbanê kir ku agirbesteka sê rojî dirêjtir bike, ku li ber e îşev bi dawî were.

“Girîng e ku jibo pêşîgirtina xûnrijandinê, agirbest were dirêj kirin. Hikûmeta Afganî jibo vê yekê hazir e,” Cavîd Faysal, berdevikê Şêwirmandîya Ewlekarîya Netewî ya Afganî di preskonferansekê de got.

Wî herwiha da zanîn ku hikûmet wê 900 girtîyên Talîbanê ji girtîgehan derxîne.

Talîbanê ser xatirê eyda Ramazanê agirbesteke sê roji ragihandibû ku şeva Sêşemê bi dawî dibe.

XS
SM
MD
LG