Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Xwekujî ya Afganîstanê de 9 Rojnamevan Hatin Kuştin


Komîteya Ewlehîya Rojnamevanên Afganî kuştina rojnamevanan piştrast kir û ew êrîş bi tundî şermezar kir.

Ajansa AFP’ê jî ragihand ku wênegirê wê yê serekî, Şah Maraî jî di heman êrîşê de jîyana xwe hinda kir.

Li Kabul ya paytaxta Afganistanê, li dû hev du êrîşên xwekujî qewimîbûn. Êrîşa pêşî, ji alîyê êrîşvanekî bi motosîklet hat li dar xistin.

Di êrîşa duyê de jî kesên li cîhê bûyerê kom bûbûn, hatin armanc kirin.

Karbidestên Afgan dabûn zanîn ku êrîşvan bi şiklê rojnamevanekî hatiye cîhê bûyerê û bombeya ku di kamerayê de bi cîh kiriye, peqandîye.

Di êrîşê de bi kêmî ve, 9 ji wan rojnamevan, 26 kes hatibûn kuştin, herî kêm 50 kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG