Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Afganî û Talîban Ser Derîyê Çamanê Daxuyanîyên Dijî Hev Didin


Talîban û hikûmeta Afgan ser kontrolkirina bajarokekî li sînorê Pakistanê daxuyanîyên dijî hev belav dikin.

Hikûmeta Afgan dide zanîn ku wan bajarokê li sînorê Pakistanê ji hêzên Talîbanê bi şûnde sitandiye, lê ew rêxistin îdia dike ku kontrol hîn di destên wan de ye.

Çekdarên Talîbanê roja Çarşemê derîyê Spîn Boldak – Çamanê xistibûn bin kontrola xwe.

Karbidestekî payabilind yê hikûmeta Afgan ya bi piştgirîya welatên rojava îro Pêncşemê dîyar kir hêzên ewlekarîyê bajarok bi şûnde sitandine.

Lê, Berdevikê Talîbanê Zabîhulah Mucahîd ew îdia red kir û da zanîn ku kontrola bajarokê di destên wan de ye.

Mucahîd ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re da zanîn ku daxuyanîyên hikûmeta Afgan, ‘’propaganda’’ ne û ‘’îdiayên bêbingeh’’ in.

Reutersê da zanîn ku Wezareta Berevanî ya Afganistanê ser kontrola wê bajaroka li sînor hîn ti daxuyanî nedaye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG