Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de bi Dehan Kes li Afganistanê Têne Kuştin


Karbidestên Afganî dibêjin ku di êrîşeke xwekujî de li nêzîkî avahîya Dadgeha Destûrî, herî kêm 20 kes li Kabul a paytexta Afganistanê hatine kuştin.

Karbidest didine zanîn ku piranîya qurbanî karmendên dadgehê ne û di êrîşê de dora 40 kesên din jî birîndar bûne.

Demûdest ti kes berpirsîya êrîşê ranekiriye ser xwe, lê êrîşa xwekujî rojekê piştî raporta Neteweyên Yekbûyî tê ku kuştina pirtir ji 11,400 sîvîl di tund û tûjîyan de li Afganistanê ragihandibû.

XS
SM
MD
LG