Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Plan Dike Rojê 5-9000 Kesan ji Firîngeha Kabul Derxîne

US soldiers stand guard as Afghan people wait at the Kabul airport in Kabul on August 16, 2021, after a stunningly swift end to Afghanistan's 20-year war, as thousands of people mobbed the city's airport trying to flee the group's feared hardline brand…

Amerîka dixwaze îro roja Çarşamê hewldanên xwe bo derxistina mirovan ji balafirgeha Kabûlê zêde bike.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, armanca wan ew e ku di rojê de di navbera 5 û 9 hezar kesan ji wir derxin. Heta roja Seşêmê, di operasyonan de 3,200 kes hatine derxistin.

Di alîyê din de, yek ji wan damezranerê Talîban û cigîrê rêber, Mullah Abdul Ghani Baradar, ji Qatarê vegerîya Afganîstanê, ku li Doha ofîsa Talîbanê birêvedibir.

Şêwirmendê Ewlehîya Netewî yê Amerîka Jake Sullivan ji rojnamevan re got, hezên navnetewî çaverê dikin ku Talîban mafê mirovan pêk bîne.

Wi got "Wekî min berê de ji got, ev ne meseleyek bawerîyê ye, ev meseleya piştrastkirinê ye."

Ji hejî bîrxistinê ye ku, Serok Biden û Serokvezîrê Brîtanya Boris Johnson li hev hatin ku hefteya bê, bi rêberên G-7 re, civînekê li darxin da ku stratejîya Afganistanê gotûbej bikin.

XS
SM
MD
LG