Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McCaul: Şerme Amerîka Rojnamevanên USAGMê ji Afganistanê Dernexistin


Michael McCaul, Nûnerê Komarî ji wilayeta Texas
Michael McCaul, Nûnerê Komarî ji wilayeta Texas

Qanûndanarê Komarî Michael McCaul rêvebriya Biden rexne dike jiber nederxistina rojnamevanên li Afgnistanê bo (USAGM) kar dikin.

Qanûndanarê Komarî Michael McCaul got, şerme ku hikûmeta Amerîkî rojnamevanên Ajansa Amerîka ya Medyaya Globalî (USAGM), berîya dawîkirina fermî yên operasyonên leşkerî ji Afganistanê dernexistin.

McCaul ku endamê Komîteya Danûstandinên Derve ya Kongirêsa Amerîkî ye, roja Sêşeme daxuyanîyeke niviskî belav kir û got, "Ew bêguman şerme ku Wezeratê Derve ya Amerîka îdîa kir ku wê karmendên xwe yên herêmî derxistine, lê bi rastî, bi sedan rojnamevanên USAGMê û malbatên wan li wir bicih hiştine."

Ajansa Amerîkî ya Medyaya Cîhanî (USAGM) ajanseke serbixwe ye ku çend torên medyayî girîdayî wê ne wekî Dengê Amerîka û Radioya Ewrupa Azad/Radioya Azadiyê û MBN di nav de cih digirin.

Di daxûyanîya McCaulê de hate gotin ku nêzîkî 500 karmendên USAGM û malbatên wan li Afganîstanê mane.

Tê gotin ku piranîya wan ji reveberîya Bidenê soz girtine ku ew ê ji wir werin derxistin.

USAGM heta niha li ser wê daxûyanîyê şirove nedaye.

Washingtonê roja Duşemiyê li Pentagonê di konfêranseke rojnamevanî de bidawî hatina mîsyona amerîkî ji bo Afganistanê ragihandbû, ji rojnamevanan re hatbû gotin ku firokeya herî dawî ya Amerîkî ji Kabulê bi kêlikan berî nîva şevêlo gur dema herêmî derket.

Komarîyên Karûbarên Derve yên Civata Nûneran ji Dengê Amerîka re dibêjin ku ew zorê didin rêvebirîyê ku derketina bi ewle ya karmendên USAGM misoger bikin, lê dibêjin ku ew ne piştrast in ka dê piştî derketina leşkerê Amerîkî rewş çawan be. Hin kesên ku parêzvaniya kerta taybet dikin haya wan ji tevliheviyên derxistina rojnamegeran hebûye ku kanê ew dikarin veşartî û bi rêyeke ewle wan bigehînin firokxan.

Dema ku roja Sêşemê di derheqê rojnamegerên USAGM de hate pirsîn, berdevkê Wezareta Karên Derve Ned Price got, "Em bi şêwek awarte û hemî rêyên guncayî dê hewil bidîn di zûtirîn dem de wan bigehînin ewlehiyê."

Çend roj berî bidawîbûna derxistina hêzên Amerîkî ji Kabulê, bi dehan qanûndaneran daxwaz ji Biden kirin ku ji bo bi sedan rojnamegerên USAGM û derbasbûna ewledar misoger bikin.

XS
SM
MD
LG