Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Qanûna Nakokbar Talîban Dibêje Ew Pabendî Tevgeryana bi Civaka Navnetewî Re Ne


Xwednekarên Keç yên zaro di dibistaneke Talîbanê de
Xwednekarên Keç yên zaro di dibistaneke Talîbanê de

Berdevkekî hikûmeta Talîbanê ragihand ku desthilatdarên Afganî pabend in ku bi civaka navneteweyî re tevbigerin, piştî ku qanûnek nû ya exlaqî, ser mafên jinan bû sedema rexneyên tund.

Talîbanê hefteya borî qanûneke nû - Qanûna Teşwîqkirina Fazîletê û Pêşîgirtina Xirabiyê- derxist.

Bi vê qanûnê, li Afganistanê jibo jinan qedexe dike ku dengê xwe li nav gel bilind bikin û divê jin dema hewce bike ku "ji neçarî" ji malê derkevin, tevahiya laş û rûyê xwe veşêrin.

Qanûn jibo reftar û cilûbergên mêran jî pîvanên tundî tîne, ku destûrê dide hêzên polîsê exlaqî kesan hişyar bikin yan desteser bikin, ger li gor qanûnê tevnegerin.

Qanûna ku li ser jiyana Afganiyan li gorî şirovekirina Talîbanê ya qanûnên Îslamî rêgezên tund dihewîne, di nav Afganî, welatên cûrbecûr, parêzvanên mafên mirovan, ajansên Neteweyên Yekbûyî(NY) û îtîya Ewrupa(YE) de bû sedema fîkar û rexneyan.

NY û YE hişyarî dan hikûmeta Talîbanê, ku ev qanûn dibe ku zararê bide hewlên jibo peywendîyên Afganistanê bi welatên biyanî û rêxistinên navneteweyî re.

Berdevikê Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres roja Înê gotibû ku, "Emê tevî Talîbanê jî bi hemû alîyên têkildar re li Afganistanê têkilîyan bidominin."

"Me her tim li gor peywira xwe wisa kiriye û emê bi awayekî bêalî û bi nêta baş, her tim pîvanên NY diparêzin, bi peyamên ser mafên mirovan û wekhevîyê," berdevik Stephane Dujarric got.

Dujarric herwiha ragihand ku wek NY wê ji karbidestên de facto daxwaz bikin ku jibo gotûbêjên dîplomatîk rêyên zêdetir vekin.

Cîgirê berdevikê hikûmetê Hamdullah Fitrat bersîv da daxuyanîyên berdevikê sekreterê giştî yê NY û piştrast kir ku wê peywendîyên karbidestên Talîban û yên NY bidomin.

"Karbidestên Talîbanê pabend in ku bi hemû welat û rêxistinan re li gorî qanûnên Îslamî danûstandinên erênî bidomînin ", Fitrat di peyameke roja Şemîyê de ji rojnamevanan re got.

Fitrat ev yek destnîşan kir piştî ku wezareta exlaqî ya Afganistanê got ku ewê bi mîsyona NY li wî welatî, UNAMA re, li ser rexnekirin yan guherîna qanûnê nema hevkarîyê û gotûbêjê neke.

"Peywendî yekane rê ye, jibo çareserîya kêşeyan û jibo pêşketin û berfirehkirina têkilîyan," Fitrat got.

Wî herwiha ji welat û rêxistinan xwest ku bi karbidestên Talîban re bi aweyekî erênî têkilîyan dar bixin.

Seroka UNAMA Roza Otunbayeva hefteya borî got ku qanûn " jibo siberoja Afganistanê vîzyonek xemgîn " pêşkêş dike, û wê hewlên hevkarîyê paşde bixe, hişyariyek ku ji hêla YE ve hat pejirandin.

Ji dema ku di 2021’an de desthilatdar bûye, heya niha ti dewletekî hikûmeta Talîban nas nekir, lê di van demên dawî de hewlên dîplomatîk hene, tevî beşdarbûna danûstandinên bi mazûvanîya NY li Qatarê.

Hikûmeta Talîbanê bi berdewamî rexneyên navneteweyî yên li ser polîtîkayên xwe red dike, di nav de qedexeyên li ser jinan ku NY wek " dagirkerîya zayendî" bi nav dike.

Berdevikê hikûmetê Zabihullah Mucahîd got ku qanûn "bi xurtî xwe dispêre hînkirinên Îslamî" ku divê rêz lê were girtin û were fêm kirin, redkirina qanûnê "quretîyê" nîşan dide.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG