Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: DAIŞ û El Qayîde Piştgirîyê li Afghanîstanê Ava Dikin


Tevî fikarên berdewam di nav hin karbidestên Washingtonê de ku Afganistan wê careke din bibe navenda terorîstan, nirxandinên berevanî û îstixbaratî yên dawî yên Amerîkî xuya dikin ku bi kêmanî heya niha, komên mîna Dewleta Îslamî (DAIŞ) û El Qayîde ne amade ne wî welatî ji bo êrîşên li dijî welatên Rojava bikar bînin.

Ev nirxandin li gor raporteke nû ku ji hêla Çavdêrê Giştî (IG) yê Wezareta Berevanîyê ve hatîye weşandin tên kirin ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkî, Ajansa Îstixbarata Berevanî û beşên din ji tê de, metirsîyên pêkan yên ku ji Afganistanê derdikevin piştî vekişîna Amerîka ji wir şeş meh berê lêkolîn dike.

Hêjayî gotinê ye ku raporta nû ji metirsîyên ku ji karbidestên payebilind yên Pentagonê ji meha Cotmehê vir ve dihat gotin cûda ye. Li gor Pentagon û nirxandinên çend meh berê, wê hişyarî dabû ku şaxê DAIŞ'ê li Afganistanê, anku DAIŞ Xorasan, di şeş mehan de dikare amade be û êrîşî Rojava û Amerîkayê bike.

Nirxandinên nû piştrast dikin ku armanca êrîşa Rojava û Amerîka hîn jî li wir e, lê armancên serekî yên herdu komên terorîst ew nîne.

Parêzgeha Xorasanê, wekî ku şaxekî DAIŞ'ê jî tê zanîn, bi taybetî bêtir li ser bihêzkirina piştevanîya xwe di nav Afganistanê de kar dike, li şûna ku xwe amade bike ku êrîşî dijminên dûrtir bike.

Îstîxbarata ku ji aliyê welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ve ji bo raporekê ku destpêka vê mehê hat belav kirin, hişyarî da ku mezinahiya DAIŞ-Xorasan ji dema vekişîna Amerîkayê hema hema duqat zêde bûye û gihîştiye nêzîkî 4,000 çekdaran, û ku grûp dîsa li beşê rojhilatê welat kontrol dike.

Karbidestên Talîbanê gelek hewl dane bo têkbirina DAIŞ-Xorasanê, tevî ku hejmareke vekoler dîyar dikin ku operasyonên cuda bi serkeftineke sînordar re rû bi rû mane.

Karbidestên NY texmîn dikin ku bi dehan rêberên El Qayîde li Afganistanê dijîn, di nav wan de rêberê girûpê, Eyman el-Zawahirî.

XS
SM
MD
LG