Wezareta Navxweyî ya Afganistanê ragihand ku dijî cîgirê serokomarê welêt Amrulah Salih hewila kuştinkarîyê çêbûye.
Karbidestên Wezareta Navxweyî ya Afganistanê dîyar kirin ku di hewila kuştina Salih de bi kêmî ve 10 kesên din hatine kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûne.
Li gor daxuyanîya karbidestan, êrîş bi bombeyeke li kêleka rê hatibû bi cîh kirin, li dar ketiye.
Amrulah Salih ji êrîşê bi bîrînên sivik yên li ser dest û rûyê wî filitî. Salih ji Facebookê bi vîdeoyekê dîyar kir ku jiber hêza peqînê camên maşîneya wî helîyane.
Wî da zanîn ku ew rind dizane ku karbidestên ewlekarîyê her roj bi bûyerên wisa re rû bi rû dimînin û bo kesên jîyanên xwe ji dest dane sersaxî xwest.
Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî jî êrîş şermezar kir û dîyar kir ku ewê li hember terorîst û alîgirên wan yên bîyan serê xwe netewînin.
Sala borî jî dijî Salih hewila kuştinkarîyê çêbûbû ku di wê êrîşê li ofîsa wî de jî 20 kesan jîyanên xwe ji dest dabûn.
Êrîşa roja Çarşemê, berî hevdîtinên Talîbanê û şandeya hikûmeta Afgan li dar ket. Talîbanê ragihand ku ti eleqeya wê bi êrîşa dijî Salih tune.