Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Hevkarîya Îslamî Bo Alîkarîya Krîza Afganistanê Li Pakistanê Dicive


Dîmeneke ji Civîna Rêxistina Hevkarîya Îslamî (OIC) ya îro Yekşemê li Îslamaba, Pakistanê

Nûnerên Rêxistina Hevkarîya Îslamî (OIC) ku ji 57 endaman pêk tê, îro Yekşemê li Pakistanê dicivin da ku bo çareserîya krîza û aborî mirovahî ya li Afganistanê, rêkên alîkarîyê gotûbêj bikin.

Amerîka, Rûsya, Çîn û Yekîtiya Ewrupa jî beşdarî civîna OIC dibin da ku pêşî li ber krîzeke mirovahî were girtin.

Hevdem, sazîyên alîkarîyê yên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî(NY) jî beşdarî civînê dibin.

Pakistanê îro ser "encamên giran" yên bo civaka navneteweyî, heke hilweşîna aborî ya Afganîstanê berdewam bike hişyarî da.

Îslamabadê bang li rêberên cîhanê kir ku bir armanca avakirina alîkarîya bo pêşîgirtina rîzeke mirovahî, bi rêberên Talîbanê re rêyên danûstandinê, peyda bikin.

Wezîrê Derve yê Pakistanê Şah Mahmûd Qureşî di vekirina civîna taybet ya OIC ya li Îslamabadê axifî û got kûrbûna krîzê dikare bibe sedemên birçîbûna girseyî, renîyek penaberan û zêdebûna tundrewîyê.

Şah Mahmûd Qureşî dîyar kir ku civîna OIC nahê wateya naskirineka fermî ya hikûmeta Talîbanê, lê hişyarî da ku "terkkirina Afganistanê" dê bibe "şaşiyek dîrokî" jiber ku ewê krîza mirovahî girantir bike û bibe sedema koçberîyeka nû ya penaberan.

Karbidestên Pakistanî dan zanîn ku di civîna yek rojî de beşdarvan bi armanca rewşa mirovî ya ber bi xirabîyê ve diçe û hilweşîna aborî ya li Afganistanê kontrol bikin û rawestînin, ser çareserîyê nîqaşan bimeşênin.

Wezîrê Derve yê hikûmeta Talîbanê yê ser kar Amir Khan Muttaqi jî roja Şemiyê gehiştibû Pakîstanê û tê çaverêkirin ku di derbarê pirsgirêkên Afganistan rûbirûye de, agahîyan bide beşdarên civînê.

Muttaqî li Îslamabad ya paytexta Pakistanê ji rojnamevanan anî ziman ku hêvîya wan ew e ku konferans bo kordînasyona alîkarîyên mirovahî û aborî yên bo Afganîstanê rêbazekî peyda bike.

"Em her wiha hêvî dikin ku ew dê bo vejandina têkilîyên normal yên civaka navneteweyî digel Afganistanê jî bibe alîkar," Muttaqî got.

Nûnerê Taybet yê Amerîkayê Thomas West ku roja Şemiyê gihiştibû Îslamabadê, civîn wek "bizaveka di demeka rast de û girîng" binav kir.

Civîna Rêxistina Hevkarîya Îslamî (OIC) mezintirîn kombûna navneteweyî ya ser Afganistanê ye, ji dema ku Talîban di nîvê Tebaxê da desthilatdarî ji hikûmeta ku rojava piştgirî dayî piştî 20 salan bi vekişîna hêzên biyanî yên bi pêşengiya Amerîkayê ji Afganistanê, bi dest xistiye vir ve.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG