Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan Pakistanê Tawanbar Dike


Afganistanê îdia kir ku nexweşxaneyên Pakistanê çekdarên Talîbanê yên ku li Gazne birîndar bûne derman dike.

Serokomarê Afganistanê Eşraf Ganî da zanîn ku çekdarên Talîbanê bo hêzên hikûmetê re şer bikin ji alîyê Pakîstanê ve tên.

Ganî, piştî ku hêzên Afganistanê bi piştgirîya esmanî ya Amerîka çekdarên Talîbanê ji Gazne derxistin, serdana wî bajarî kir.

Ganî dîyar kir ku Sererkanê Pakistanê Kamar Cavîd Bajva daye zanîn ku ewê destûr nede ku çekdar ji Pakîstanê derbazî Afganistanê bibin, lê ew li ser soza xwe nesekiniye.

Artêşa Pakistanê hîn bersîva îdiayên Ganî nedaye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê Muhammed Faysal, îdiayên ser dermankirina birîndarên Talîbanê li nexweşxaneyên Pakistanê red kiribû.

XS
SM
MD
LG