Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan Berî Hilbijartina Serokomarîyê Tedbîrên Ewlekarîyê Berfirehtir Dike


Afganistanê berî hilbijartina serokomarîyê, ku dê roja Şemîyê li dar keve, tedbîrên ewlekarîyê berfirehtir kirin.

Li gor daxuyanîya Wezareta Navxweyî ya Afganistanê li 29,000 navendên dengdanê pirtirê 100,000 polîs û leşker hatin bi cîh kirin.

Bi qasî 1500 sindoq jiber gefên Talîban û Dewleta Îslamî (DAIŞ) hatin girtin

Dema hilbijartinê, hêzên Amerîkî jî dê erd û esmên piştgirîyê bide hêzên Afgan.

Talîban bang li gelê Afganistanê dike ku bo dengdanê neçin ser sindoqan û dijî wan gefan dixwe.

Li gor rapirsîyan di hilbijartinê de Eşref Ganî û Abdullah Abdullah dê li pêş bin.

XS
SM
MD
LG