Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan: Herî Kêm 50 Kes di Êrîşeke Xwekuj de Hatin Kuştin


Li Kabul ya paytaxta Afganistanê dijî civîna rêberên oldar êrîşeke xwekuj pêk hat.

Di êrîşê de bi kêmî ve 50 kes hatin kuştin û bi qasî 80 kesên din jî birîndar bûn.

Rêberên oldar li saloneke dawetê ya nêzî Firîngeha Kabulê kom bûbûn û dema peqînê di salonê de nêzî 1000 kes hebû.

Êrîşvanê xwekuj di hindurê salonê de xwe peqand.

Berpirsîya êrîşa ku li Afganistanê yek ji êrîşa herî xwînî ya çend mehên dawî ye hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe.

Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî êrîş şermezar kir û li seranserê welêt şîna neteweyî ragihand.

XS
SM
MD
LG