Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banka Cîhanî ji Dirava Cemidandî ya Afganistanê 1 Mîlyar Dolar Dişîne Wî Welatî


World Bank
World Bank

Revêberîya Banka Cîhanî (World Bank) roja Sêşemê ragihand ku ew planek pejirandîyê ku bêtirî 1 milyar dolar ji fona (dirav) Afganîstanê ya cemidî ji bo fînanskirina bernameyên bilez yên perwerdehiyê, çandinî, tenduristî û malbatê were bikaranîn.

Li gor we plane, karbidestên Talîbanê yên sizakirî nikarin bigehijin we fone. Fona cemidandi bi rêya belavkirina di nav ajansên Neteweyên Yekbûyî û komên alîkariyê yên navneteweyî re derbas bibe. Hejayî gotineyê ku bi we fonê karên hewildanên ji bo sivikkirina krîza mirovahîyê û aborî yên welat yên xirabtir hesantir bibe.

Banka Cihanî di daxuyaniyekê de got bikaranîna fona cemidandi "armanç dike ku piştgirî bide karûbarên bingehîn, parastina Afganiyên hejar, alîkariya parastina mirovan û karûbarên sereke yên aborî û civakî, û kêmkirina hewcedariya bi alîkariya mirovî di pêşerojê de."

Fona Baweriya Avakirina Afganîstanê (ARTF) di Tebaxê de dema ku Talîbanê dest bi Kabûlê kir, di dema ku leşkerên navneteweyî yên dawîn yên bi pêşengiya Amerîkî piştî 20 salên şer derketin, hate cemidandin.

XS
SM
MD
LG