Peyvdarê Talîbanê îro Şemiyê ji ajansa AFP re got axaftinên Talîbanê bi welatên Rojava re alîkar bin di “ guhertina keşûhewa şer” de, piştî bîst salan ji şerekî dijî hêzên NATOyê.
Îslamiyên Tundrew meha Tebaxê afganistan xiste bin desthilata xwe, piştî ku Amerîka û hêzên biyanî dest bi vekişîna xwe ya dawî ji welatî kir.
Hîn ti welatan pênasîn nekiriye bi hikûmeta Talîbanê ya ku di dema desthilatdariya xwe ye di navbera salên 1996 û 2001ê de binpêkirinên dijî mafên mirovan kirin. Ew wê demê ji aliyê destêwerdaneke bi serkirdayetiya Amerîkayê hate rûxandin.
Zabihullah Mujahid ji AFP re got:
“Mîrgeha Îslamî gav avêtine ji bo pêkananîa daxwazên cîhhana rojava û em hêvîdar in pêwendiyên xwe bi riya dîplomasiyê bi hemî welatan re bihêz bikin, di nav de jî welatên Ewrupî û Rojava bi giştî.”
Wî got ku Talîban dixwaze” keşûhewa şer veguhêze bo rewşeke aştiyane.”
Axaftinên Talîbanê û berpirsên Rojavayî dê roja Yekşemê li Oslo dest pê bikin li dor mafên mirovan û alîkariyên mirovahî, di demekê de ku kirîza hejariyê li wir kûrtir dibe.
Jêder: AFP