Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afghanistanê Otombêleke Bumbekirî Du Polîsan Dikuje


Li rojavayê Kabula paytexta Afghanistanê îro Şemîyê otombêleke bumbekirî teqîya, di encamê de du endamên polîs hatin kuştin û yekî din jî birîndar bû, li gor desthilatdarên Afghanistanê.

Di demekê de ku jiyan ji aliyê peyvdarê polîsê kabulê Ferdaws Faramaz ve nehatibûn piştrastkirin, du endamên hêzên polîs ku nexwestin navên xwe diyar bikin got cîgirê serokê polîsê Kabulê Mawlana Bayan di êrîşê de brîndar bûye.

Ta amadekirina vê raportê ti kes yan alîyekî berpirsîyarîya teqînê neda ser milê xwe.

Afghanistan van demên dawî rastî pêleka êrîşên tund dibêye, di nav de jî kuştina 12 endamên mîlîtanên Afghanistanê li parêzgeha Herat a rojavayê welêt, ku polîs ew wek êrîşeke navxweyî bi nav kir roja Înê, û teqîna otombêleka bumbekirî li bingeheke polîsê parêzgeha Helmand, ku ew jî roja Înê bû û di encamê de polîsek hate kuştin û du polîsên din birîndar bûn.

Di Twîtekê de peyvdarê talîbanê Yûsif Ehmedî berpirsîyarîya wê êrîşê ragihandibû.

Tundûtûjî li Afghanistanê dibe di demekê de ku niwênerên Talîbanê û hikûmeta Afghanistanê vê mehê axaftinên aştîyê li Qeterê berdewam kirin.

XS
SM
MD
LG