Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînek li Kabula Afghanistanê 25 Kesan Dikuje


An injured woman is transported to a hospital after a blast in Kabul, Afghanistan, May 8, 2021.
An injured woman is transported to a hospital after a blast in Kabul, Afghanistan, May 8, 2021.

Teqînekê li nêzîkî dibistaneke Kabula paytexta Afghanistanê îro Şemîyê herî kêm 25 kes kuştin û bi dehan jî birîndar kirine, li gor wezareta navxweyî ya Afghanistanê.

Peyvdarê wezaretê Tariq Arian got herî kêm 52 kes, ku piranîya wan xwendekar bûn, di teqînê de birîndar bûne.
Wî sedem û armanca teqînê diyar nekir.

Peyvdarê wezareta saxlemîyê Ghulam Dastagir got ta niha 46 kes bo nexweşxaneyan hatine şandin .
Kabul di huşdarîyeke bilind de ye ji dema ragihandina Waşintonê ku ew dê hemî hêzên xwe berî 11ê meha Îlûna îsal ji Afghanistanê vekişîne û berpirsên Afghanistanê jî dibêjin ku Talîbanê êrîşên xwe li seranserî welêt gurtir kirine.

Ta niha ti grûpan berpirsîyariya xwe li dor teqîna îro Şemîyê ranegihandiye.

Teqîn li taxeke rojavayê Kabulê bû ku piranîya wê misilmanên şîaa ne.

XS
SM
MD
LG